Nûçeyên Iraqê

Sizayên Amerîkî li dijî opersyona angaştî ya qaçaxçîyên sûtemenîya balefiran bo hêzên Rûsî li Sûrîyayê

Amerîka Pêncşemê (26ê Îlonê) sizane nû îlan kirin, sizayên operasyoneke angaştî derbarê qaçaxkirina sûtemenîya balefiran, a ku hêzên Rûsî yên li Sûrîyayê kar dikin bi sûtemenîyê dabîn bikin, armanc kir, AFP ragihand.

Sê tekekes, pênc keştîyên şehnê û kompanîyeke li Moskoyê di planekê de beşdar bûn bo veguhestina pere û sûtemenîyê ji hêzên Rûsî re, yên piştgirîya hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed dikin, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî ragihand.

"Rejîma Esed a zordar li jêr çavdêrîya navdewletî ye ji ber bikaranîna çekên kîmawî û pêkanîna stemkarîyê li dijî sivîlên Sûrî yên bêgunih û ew di vê yekê de xwe dispêrin şêweyên torên neqanûnî da ku desthilatdar bimînin," Sigal Mandelker, wekîlê Wezareta Gencîneyê bo şerkirina terorîzmê di daxuyanîyekê de got.

Ofîsa Peygerînê ya Federal dît ku kompanîya Maritime Assistance LLC ya li Moskoyê enîyeke kompanîya şehnê ya Rûsî Grûpa Sovfracht- Sovmortrans bû, ya ku di Îlona 2016an de kete jêr sizaya Amerîkî.

Piştî Sovfracht danine ser lîsteya reş, Maritime Assistance karê wê girte ser milên xwe, wê sotemenîya balefiran firoşt û şehinande Banyasêa Sûrîyayê di salên 2016 û 2017an de daku ji alîyê balefirên şer ên Rûsî ve were bikaranîn.

Daxuyanîyê got ku "piştgirîya Rûsyayê ji rejîma Esed re hişt ku ew karibe pêngavên bombebarandinê berdewam bike, ku gelek nexweşxane, fêrgeh û cihên gelêrî wêran kirin û sivl di encamê de kuştin".

Ligel Maritime Assistanc, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî sê birêveberên Sovfracht danine ser lîsteya reş ji ber rola wan a angaştî di planê de: Ivan Okorokov, birêveberê Guhastina Deryayî, Karen Stepanyan, cîgirê birêveber, û Ilya Loginov, cîgirê birêveberê giştî bo piştgirîya qanûnî.

Pênc keştîyên tê angaştin ku destên wan jî di planê de heye danîn ser lîsteyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500