Tîmên rakirina mayînan ên Îraqî bêhtirî 250 mayînên erdê û teqemenîyên bidestçêkirî li gelek deveran li parêzgeha Nînewayê ra kirin û pûç kirin, Fermandarîya Operasyonên Nînewwayê Pêncşemê (26ê Îlonê) got.
"Em operasyonên maliştinê yên berfireh li Qehtanîya, Şengal û Rebîayê bi cih tînin da em wan ji vegera niştecîyên bêwar re amade bikin," fermandar lîwa Numan Zewbeî ji Diyaruna re ragihand.
Artêş û tîmên rakirina mayînan ên ligel şandeya NY li Îraqê kar dikin bêhtirî 250 mayînên erdê yên xwemalî teqandin û jihev xistin, ên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew çandibûn berî têk biçe.
Wî got ku em dê berdewam cebilxaneyên teqîner û bermahîyên şerê li dijî rêxistinên terorîst rakin heta ew dever hemû werin paqijkirin û niştecîyên wan karibin bi aramî vegerin.