Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY bo karûbarên Sûrîyayê digihêje Şamê

Şanderê NY bo karûbarên Sûrîyayê Yekşemê (22yê Îlonê) gihişt Şam bo danûstandinên nû li dor pêkanîna komîteyeke erkdar bi dariştina destûreke nû bo Sûrîyayê, AFP ragihand.

Biryar bû ku Geir Pedersen Duşemê bi Wezîrê Derve yê Sûrîyayê Welîd Melim re bicive bo nîqaşkirina pêkanîna komîteyê, ev pêngava ku NY piştevanîya wê dike û hatiye alozkirin ji ber nebûna rêkeftinê ligel rejîma Sûrîyayê li dor pêkhatîyên komîteyê.

Diplomatê Norwejî, yê ku di Kanûna Duyem de dest bi karê xwe kir, got ku pêşketinek rû daye ji dema civîna wî ya dawî bi Muelim re di meha Tîrmehê de.

Çarşemê, Emîndarê Giştî yê NY Antonyo Guterres got ku rêkeftinek li dor pêkanîna komîteyekê hatiye pêkanîn.

Komîte dê ji 150 endaman pêk were, sêyekek ji rejîmê, û sêyekeke din ji opozîsyonê û sêyeka mayî ji NY.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500