Nûçeyên Iraqê

Rûsya û Çîn vîto bo biryara NY a derbarê Sûrîyayê de bi kar tînîn

Rûsya û Çîn Pêncşemê (19ê Îlonê) biryara Encumena Ewlekarîyê ya NY vîto kir, biryara ku 12 ji eslê 15 dewletan erê kiribû ku banga pêkanîna agirbestekê li parêzgeha Idliba Sûrîyayê dike, AFP ragihand.

Ew vîtoya 13an a Rûsyayê bû ji çaxê şer li Sûrîyayê di 2011an de gur bûye, ku astengîya ku Encumena Ewlekarîyê tê re derbas dibe tîne ziman.

Elmanya, Belcîka û Kwêt biryarnivîs pêşkêş kiribûn, ku tê de dan zanîn ku nîv milyon kes ji Idlibê koç bûye ji çaxê rejîma Sûrî wê bombebaran dike ji berîya çar mehan ve.

Wan hişyarî kir ku dibe şer dijwartirîn alozîyên mirovî çêbike di vê sedsalê de eger şer berdewam bimîne, û ji Rûsyayê xwestin ku biryarê veto neke ji ber li gorî wan ew rêkareke "mirovî ya xwerû" ye.

Lê piştî danûnsandinan bi du hefteyan, Rûsya nivîs betal kir piştî fişareke neserkeftî ku dixwest "operasyonên dijî-teror" ne di nav de bin.

Biryara Bi binketî got ku divê hemû alî şer rawestînin "da bêhtir rewşa mirovî aloztir nekin" li parêzgeha Idlibê, ku dê ji nîvroya 21ê Îlonê de dest pê bike.

Rûsya û Çînê biryareke berdêl pêşkêş kir, bi hêsanî di dengdayînê de bi binket roja Pêncşemê.

Biryara berdêl destnîşan kir ku divê operasyonên serbazî yên li dijî kes û komên "têkilîya wan bi rêxistinên terorîst re hene" ranewestin.

Dewletên rojavayî gotin ku xwestek nayê qebûlkirin, ji ber ew hêjayî şiroveyeke mezin e û belkî bombebaranê li ser sivîlan ranewestînin.

"Bombebarankirina nexweşxane, dibistan û dezgehên sivîl alîkarîya şerê li dijî terorê nake," Marc Pecsteen, balyozê Belcîka li NY anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500