Nûçeyên Iraqê

Pentagon: Amerîka dê her Kurdan li Sûrîyayê biçek bike

Amerîka çek û navgînan dide hêzên Kurdî li bakur-rojhilatê Sûrîyayê, tevî avakirina herêma ewle ya bi Turkîyayê re li seranserî sînor, berpirsekî Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê Çarşemê (18ê Îlonê) ragihand.

Li gorî Pentagonê, Amerîka metiryalan dide yekîneyên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) da şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bike, AFP ragihand.

"Em çek û siwareyan taybet ji QSD re tînin da di şerê li dijî DAIŞê de bi kar bîne, Chris Maier, birêveberê koma şerê li dijî tundrewan a Wezareta Berevanîyê wiha got.

Maier anî ziman ku "em pir zelal in der barê van metiryalan de."

"Em mehane raportekê derbarê van çek û siwareyan didin Turkîyayê."

Hevpeymanîya Navdewletî xwe sipart QSD di şerê li dijî DAIŞê de, QSDê şervanin Kurd û Ereb in.

Turkîya, ya ligel Amerîkaherêmeke ewle li dirêjahîya sînorê Sûrî-Turkî ava kiriye, dibîne ku beşê Kurdî yê QSD, yê bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) komeke terorîst e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500