Nûçeyên Iraqê

NY li hêvîya lihevkirineke li dor komîteya destûrî ya Sûrîyayê ye

NY lihevkirinek di navbera alîyên Sûrî de çêkir derbarê avakirina komîteyeke ku dê destûreke nû ji welat re dabirêje, welatê ku şer ew ji hev xistiye, AFP Pêncşemê (19ê Îlonê) ragihand.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di konferanseke çapemenîyê de got ku "aniha lihevkirink di navbera hemû alîyan de heye têkildarî avakirina komîteyê."

Guterres anî ziman ku nûnerê NY ê Sûrîyayê Geir Pedersen "karê xwe yê dawî dike bi hemû alîyan re û em hêvî dikin ku dê ev yek di zûtirîn dem de bi dawî bibe."

Danûstandinên aştîyê yê NY yên bi salan dirêj kirin nikarîn şerê ku di 2011an gur bûye dawî bikin û Pedersen giranîya xebata xwe da avakirina komîteyeke destûrî.

Lîsteya endamên wê pir binakok bû, ku pirsgirêka rejîma Sûrî bi hinek navên dîyarkirî re hebû.

Tê payîn komîte ji150 kesan pêk were, sêyekek dê rejîm bibijêre, û sêyekeke din dê ji hêla opozîsyonê ve were destnîşankirin û ya mayî dê ji hêla NY were bijartin.

Guterres got ku "ez hêvî dikim ev dê gaveke pir giring be di çarçoveya peydakirina atomsfereke guncaw bo bidawîkirina vî şerê dijwar."

Tevî avakirina wê, hîna li ser mekanîzmeyên wê nehatiye lihevkirin, ku dipomat nîgeran in ev yek dê bihêle tu pêşketin heya mehên bê çênebe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500