Bêhtir ji 80% ji nûçeyên ku ajansa nûçeyan a Amaqê ya rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) belav dike derew in, Şana Ragihandina Ewlekarîya Îraqê Çarşemê (18ê Îlonê) ragihand.
"Ya jê re tê gotin ajansa Amaqê nûçeyên derew belav dike û wêneyekî nedirust [ya rewşê] ji terorîstan re dide dîyarkirin," Şanê di daxuyanîyekê de got.
"Di navbera 29ê Tebaxê û 11ê Îlonê de, me dît ku 81% ji nûçeyan [ên Amaqê] derew bûn û yên mayî tu buhayê wan nebû," wî got.