Nûçeyên Iraqê

Elmanya misyona rahînanê, û firînên koleçanê yên li dijî DAIŞê dirêj dike

ELmanya Çarşemê (18ê Îlonê) beşdarîya xwe di nava Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) salekê dirêj kir, lê biryar da ku hebûna firokeyên koleçanê yên Tornado di şeş mehan de bi dawî bike, AFP ragihand.

Tevî ku DAIŞ xaka ku wê berê li Îraq û Sûrîyayê kontrol dikir ji dest daye, lê hîn jî şanên çekdaran ên veşartî gefeke mezin li herêmê pêk tînin.

Elmanya wêneyên pir bi dîqet ên xalên DAIŞê ji Hevpeymanîyê re digire, bi rêya bikaranîna firokeyên şer ên Torando yên li Urdunê bi cih dibin, û herwiha dagirtina sûtemenîyê li asmanan ji welatên hevpar re dabîn dike.

Dê misyona hêza asmanî di 31ê Adarê de biqede, tevî ku dê artêşa Elmanya heta 31ê Cotmeha 2020an rahînankirina hêzên ewlehîyê li Bexdayê û li Herêma Kurdistana Îraqê berdewam bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500