Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî bi ser 5 veşartegehên DAIŞê de digirin

Wezareta Berevanîya Îraqî Sêşemê (17ê Îlonê) ragihand ku pênc veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin serdegirtin û pênc endamên tundrew hatin girtin li Diyalayê.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku di operasyoneke mezin de li ser bingeha agahîne hewalgirî, yekîneyên hewalgirîyê yên Fermandarîya Operasyonên Diyalayê, bi hevkarîya Ajansa Dijî-Terorê, bi ser veşartgehên DAIŞê li bajarokê Mendelî, li bakur-rojhilatê Diyalayê de girtin.

Daxuyanîyê anî ziman ku "dest li ser çek û cebilxanene cihêreng, hawin, mûşekên mil, û teqemenîyên pir tirsnak hatin hat danîn."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500