Nûçeyên Iraqê

Serkirdeyê DAIŞê dengekî nû belav dike

Serkirdeyê rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji peyriwên xwe xwest ku girtîyên tundrew û endamên malbatên wan ên di wargehên Îraq û Sûrîyayê de ne berdin, ew jî di rêya tomareke deng a nû re ku Duşemê (16ê Îlonê) belav kir.

Dengê tomarkirî, ji hêla serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî , bi rêya Telegramê hatiye weşandin.

Bi hezaran tundrewên rêxistinê di girtîgehên Îraq û yên Kurdên Sûrîyayê de ne, ku bi hezaran endamên malbatên wan di konan de dijîn.

Li Sûrîyayê, DAIŞ di Adarê de dawîn asêgeh ji erdên ku kontrol dikir ji dest da, bi sedan tundrewên gumanbar aniha di destê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) de ne, ya ku şerê li dijî DAIŞê bi rê ve dibir.

Birêveberîya Xweser dibêje 12,000 bîyanî ku ji derdora 40 welatî ne, di nav de 4,000 jin û bi du caran zarok, li wargehên bakur-rojhilatê Sûrî dijîn.

Li Îraqê, desthilatan têkçûna DAIŞê di Kanûna Yekem a 2017an de ragihand, dadgehên ku berpirsyartîya tawanên girêdayî DAIŞê dikirin, hikumê zindan û bidarvekirinê li bêhtirî 500 bîyanî birîn.

Desthilatên Îraqî hejmara girtîyên di zindanên xwe de eşkere nake, lê çavdêr dibêjin ku dora 20,000 kes binçavkirî ne ji ber têkilîya wan bi DAIŞê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500