Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî dibêje "pêşketineke baş" li zona veqetîner li bakurê Sûrîyayê heye

Hevpeymanîya Navdewletî Yekşemê (15ê Îlonê) got ku "pêşketineke baş" di bicihanîna zoneke veqetîner de li bakurê Sûrîyayê li dirêjahîya sînorê bi Turkîyayê re heye, AFP ragihand.

Turkîya û Amerîka meha borî li ser ya jê re tê gotin "mîkanîzma ewlehî" li hev kirin da ku zoneke veqetîner di nav sînorê Turkî û deverên Sûrî yên ji alîyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tên kontrolkirin ava bikin.

YPG serkêşîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (QDS) kir di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li Sûrîyayê, lê Enqera şervanên Kurd weke "terorîst" reçav dike.

Amerîka û Turkîyayê dest bi pagera hevbeş a yekem li deverên sînorî di 8ê Îlonê de kirin.

Şandeyeke hevpeymanîyê Yekşemê bi endamine encumeneke serbazî re li Girê Sipî civîyan, êncumena ku hêzên Kurdî dest pê kirin jê vekişîyan di dawîya meha borî de.

"Em pêşketineke baş dibînin di qonaxa seratayî de ji çalakîyên mîkanîzmê," hevpeymanîyê di daxuyanîyekê de got.

"Hevpeymanîyê û QSD gelek pager bi cih anîn da ku asêgehan destnîşan bikin û rakin û tirsa Turkîyayê çareser bikin," daxuyanîyê got.

"Çar caran firînên serbazî yên Amerîkî û Turkî yên hevbeş" bi helîkopteran hatin bicihanîn, daxuyanîyê got.

Riyad Xemîs, serokê hevbeş ê encumena serbazî ya Girê Sipî, got ku QSD ji deverê vekişiya da ku hêzên xwecihî bikevine şûn wan.

Wî eşkere kir ku dê pagerên hevbeş ên Amerîkî û Turkî "di rojên tên de hebin bo misogerkirina ewlehîya sînor û deverê".

"Ew dê pagerên hevbeş bin di nav hevpeymanî û Turkîyayê de ligel alîkarîya ji alîyê me ve, weke encumena serbazî ya Girê Sipî," wî got.

"Hevpeymanîyê soz da ku endamên serbazî (yên encumenê) -- yên ku ji vê deverê ne -- rahînan bike û piştgirîya di warê lojistî de dabîn bike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500