Nûçeyên Iraqê

Artêşa Îraqî dest dideyne ser qasên mezin ên çekên DAIŞê li Enbarê

Artêşa Îraqî qasên mezin ji teqemenî, cebilxane û çekên"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di veşartgeheke jêrzemînî li Wadî Qedif li biyabana Enbarê dîtin, Wezareta BerevanîyêPêncşemê (12ê Îlonê) ragihand.

Wezaretê eşkere kir ku operasyon bi hevahengî ligel Bazên Şana Hewalgirî hatiye pêkanîn, û da zanîn ku bi dehan kemberên teqîner û bi sedan bombeyên bidestçêkirî, rokêt, mayîn, cebilxane, û çekên corbicor û alavên pêwendîkirinê yên nûjen di veşartgehê de bûn.

"Artêşê ew veşartgeh li ser bingeha xeberlêdanên ji alîyê girtîyekî ve ku berê ligel DAIŞê kar dikir dît," wezaretê wiha got û da zanîn ku "tiştên di nav de bo cihekî ewleh hatin veguhestin bo werin pûçkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500