Nûçeyên Iraqê

Hêzên ewlehî yên Îraqî 3 endamên DAIŞê li Kerkûkê digirin

Sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Kerkûkê di du operasyonên cuda de hatin girtin, Polîsê Îraqî Pêncşemê (12ê Îlonê) ragihand.

Ew li ser bingeha agahîyên hewalgirî û xeberlêdanan ji alîyê şênîyên du gundan ve li nêzî Riyadê, li başûrê rojavayê Kerkûkê hatin girtin, muqedem Mihemed Hesen Obêdî ji polîsê Kerkûkê ji Diyaruna re ragihand.

"Yek ji terorîstan bi cihgirtin di kuştina endamên malbata polîsekî de, tev zarokên wî polîsî, tê gunehbarkirin, tawana hovane li gundê Iftexerat, li başûrî Kerkûkê, berî du salan pêk hat," wî got.

Wî got ku cihê çekdaran, ku veşartî bûn, piştî ku çend heftîyan ji çavdêrîkirina meydanî hat naskirin, û da zanîn ku "ew dê bo dadgehê bên veguhestin piştî ku mukurhatinên wan werin wergirtin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500