Nûçeyên Iraqê

Artêşa Îraqî dê hêdî hêdî ji bajaran vekişe

Hêzên artêşa Îraqî dest bi vekişîna ji kamp û baregehên li nava bajaran kirin di çarçoveya planekê de bo radestkirina erkên ewlehî bo Wezareta Hundir, Wezareta Berevanîyê Pêncşemê (12ê Îlonê) ragihand.

"Me dest bi radestkirina erkên ewlehîya hundirîn li hinek parêzgehan kiriye, û me artêş bo kampên taybet vekişandine," peyvdarê wezaretê Tehsîn Xefacî di daxuyanîyekê de got.

"Divê erkên ewlehî bo Wezareta Hundir bên radestkirin," wî got, "ji ber ku nabe artêş di nava bajaran de cih bigire, û divê kampên artêşê li derveyî bajaran bin."

"Artêş ketiye tevgerê de bo alîkarîyê ji ber ku wezaret bi hewcedarî piştgirîyê ye, lê em aniha amade ne bo radestkirina erkên ewlehî bo polîsê xwecihî li hemû parêzgehan," wî daxuyand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500