Nûçeyên Iraqê

Balefirên Rûsî yekem car êrîş dikin ji çaxê agirbestê ve

Rûsya êrîşên asmanî bi cih anîn li ser armancên tundrew li bakur û rojavayê Sûrîyayê roja Sêşemê (10ê Îlonê) yekem car ji çaxê îlankirina agirbestekê di 31ê Tebaxê de, AFP ragihand.

Agirbesta ku çar meh ji mombebarandina cewî û topavêjê ya wêranker ji alîyê hikûmeta Sûrî û hevalbenda wê Rûsyayê ve rawestand, û tevî pevçûn berdewam li ser erdê li ber xweda.

"Balefirên Rûsî du êrîş li ser çeperên li jêr kontrola komên tundrew li navçeya Kabanîyê ya parêzgeha Laziqîyayê ya hevtixûb bi Idlibê re bi cih anî," Ramî Ebdil Rehman, birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Wî got ku ne dîyar eger ev êrîş tenê bo carekê yan hilweşana agirbesta dawî dest pê kir.

Ev rêkeftina duwem e di nav hikûmeta Sûrî û tundrewan de ji 1ê Tebaxê ve. Rêkeftina berî vê hilweşîya tenê piştî çend rojan.

Hevbenda Tehrîrel-Şam piranîya Idlibê û herwiha beşinan ji parêzgehên Heleb û Laziqîyayê yên cîran kontrol dike.

Herêma ku dora sê milyon kes tê de ne yek ji asêgehên opozîsyonê yên dawî ye ji bo hêzên Serok Beşar Esed re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500