Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke DAIŞê li Selahedînê têk dibin

Hêzeke hevbeş a artêş û polîsê Îraqî şaneke neh-endamî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku plana pêkanîna êrîşên terorî li tikrîtê dikir têk birin, Fermandarîya Operasyonên Selahedînê Duşemê (9ê Îlonê) ragihand.

Çekdaran plana pêkanîna êrîşên terorî li ser avahîyên hikûmetê li Tikrîtê dikirin, fermandar lîwa Muhsin Hatim ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di operasyoneke baş-plankirî de ku çend rojan dewam kir, hêza hevbeş girte ser avahîyên ku çekdar li wan diman li nava Tikrîtê û bajarokê li derdora wê, û da zanîn ku dest li ser gelek çek û teqemenîyan hat danîn.

"Şênî alîkarîyeke mezin ji hêzên ewlekarî re dabîn dikin bi rêya dayîna agahîyan li dor çekdaran," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500