Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 3 veşartgehên DAIŞê li Kerkûkê wêran dikin

Sê veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Kerkûkê hatin wêran kirin, Fermandarê Operasyonên Artîşa Îraqî li Kerkûkê ferîq Saed Herbîya Pêncşemê (5ê Îlonê) ragihand.

Wî got ku artêşa Îraqî, bi piştevanîya balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî û Îraqî, operasyoneke ewlehî ya berfireh li Wadî Qerha, Xerdat û Zexîtûnê pêk anî, ku rê de wê dest danî ser çek û teqemenîyên ku DAIŞê ew li jêr zemînê veşartibûn.

"Hêzên me herwiha sê veşartgehên DAIŞê yên li jêr zemînê ku rêxistinê ew bo xweveşartinê piştî encamdana êrîşên xwe yên bi şevan bi kar tanîn wêran kirin," wî got.

Wî teqez kir ku sê gumanbar û şeş kesên dihatin xwestin ji ber dozên têkildar bi terorê re di operasyonê de hatine girtin.

"Çekên hatine desteserkirin ji rokêt, top û bombeyên bidestçêkirî pêk tên, herwiha alavên pêwendîkirinê, telîfon sîstemeke wizeya hetavê jî," wî got.

Wî daxuyand ku operasyon di çarçoveya pêngavekê de ye ku aramanc ji wê hedefkirina paşmahîyên DAIŞê ye û herwiha rêgirtin li ber dîsan xwebirêxistinkirinê yan jî avakirina şanên xeternak ên ku bikarin gefê li sivîan bikin e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500