Nûçeyên Iraqê

Endamekî girîng ê DAIŞê li Nînewayê tê girtin

Endamekî dihat xwest ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku weke berpirsekî mezin di "ofîsa karûbarên leşkeran" a rêxistinê de cih digirt li Nînewayê hat girtin, polîsê Îraqî li parêzgeha Nînewayê Pêncşemê (5ê Îlonê) ragihand.

Operasyoneke ewlehî ya ku du heftîyan dom kir, ku ji çavdêrîkirin, komkirina agahîyan û koleçanê pêk dihat "bû encama girtina Elî Nesar di avahîyeke niştecihbûnê de li başûrê Mûsilê", serokê polîsê Nînewayê emîd Hemed Namis Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Nesar rîya xwe teraştibû û nasnameyeke sexte hil digirt.

"Teorîrst di çend operasyonên ku sivî û hêzên ewlekarîyê armanc kiribûn de cih girtiye," Cibûrî got, û da zanîn ku Nesar berpirs bû ji çandina teqemenîyan li ser rêyan û piran bo hêdîkirina pêşketina artêşê di şerên rizgarkirina Mûsilê de sala 2017an.

Cibûrî teqez kir ku şênîyên Mûsilê alîkarî di destnîşankirin û dîyarkirina cihê Nesar de kirin, "Nesar bi tenê êvaran ji avahîyê der diket bo neyê naskirin", Cibûrî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500