Nûçeyên Iraqê

Bajarokekî sînorî yê Îraqî êdî ji paşmahîyên DAIŞê hatiye paqijkirin

Qaim bi temamî ji mîn û teqemenîyên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çandibûn berî ew ji bajarok bê derxistin di sala 2017an de hatiye paqijkirin, şaredar Ehmed Mehelawî Sêşemê (3yê Îlonê) ragihand.

Wî got ku ev gav dê vegera bêwaran bo bajarokê sînorî yê Enbarê xurt bike.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê "paqijkirina cebilxaneya neteqyayî li Qaimê qedandin. di nav de bombeyên bidestçêkirî yên DAIŞê çandibûn".

"Operasyon herwiha 52 gundan û sê navçeyan li Qaimê dide ber xwe, ku bi sedan xanî hatine paqijkirin berî vegerandina malbatan bo malên wan," wî got.

Bidawîkirina xeterîya bermahîyên şer dê herwiha alîkarîya xebatên nûavakirinê û amadekirinê li Qaimê bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500