Nûçeyên Iraqê

2 endamên DAIŞê li Mûsilê tên girtin

Du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên bi êrîşên terorîst di heyama kontrolkirina Mûsilê de tawanbarkirî bûn hatin girtin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Sêşemê (3yê Îlonê) ragihand.

"Hêzên artêşa Îraqî Mihemed Xemîs û Saed Helalî girtin, ku du endamên DAIŞê yên tirsnak in û tilîya wan di operasyonên terorîst ên dijwar de hebû di van salên dawî de," fermandar lîwa Numan Zewbeî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku girtin bi operasyoneke serbazî li Baac pêk hat, li rojavay Mûsilê, li ser bingeha agahîne ku dibêjin ên gumanbar ji Sûrîyayê derbasî Îraqê bûne û li jêr navên sexte xwe vedişêrin.

Zewbeî dîyar kir ku "artêşê terorîst radestî desthilatên dadwerî yên peywendîdar kirin da werin darizandin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500