Nûçeyên Iraqê

Bi sedan Îraqî ji kampan tên veguhestin

Bi sedan Îraqîyên bêwar,piranî jin û zarok in, ji kampeke li bakurê welat bo warên wan ên resen Çarşemê (28ê Tebaxê) hatin veguhestin tevî nigeranîyê mirovî yên ku dibe ew rastî bên, AFP ragihand.

Sivl ji Hewîcayê ne lê ew ji ber şerên li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berî çend salan revîyane kampa Hemam Elîl, 150 kîlometreyan li bakur.

Di demjimêrên destpêkê yên Çarşemê de, hêzên ewlekarîyê û berpirsên Îraqî dest pê kirin şênîyên kampê siwarî bêhtir ji 12 basan kirin, basên ku wezareta veguhestinê ya Îraqê ew dabîn kiribûn.

Bêhtir ji 150 malbatan, an jî 550 kes, bo parêzgeha Kerkûkê hatin vegerandin di çarçovya veguhestinê de, Elî Xudir, alîkarê parêzgar bo karûbarên bêwaran ragihand.

"Berî çend rojan, 35 malbat bo Enbarê hatin vegerandin. Em li ser vegera bêwarên mayî bo parêzgehên wan ên resen kar dikin," wî got.

Bêhtir ji 1.6 milyon kes bêwar mane û li kampan, xanîyên heykel û yan jî kirêdar li seranserê Îraqê dijîn piştî derbasbûna bêhtir ji du salan ji çaxê ku dewletê binxistina DAIŞê îlan kir.

Hikûmetê dupat kir ku polîtîkaya wê vegerandina bêwaran bo malên wan e, lê gelek deverên wan ên resen di nava wêranîyeke mezin de mane, û xizmetguzarî li wan pir kêm in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500