Nûçeyên Iraqê

Pevçûnên li bakur û rojavayê Sûrîyayê 51 çekdaran dikujin

Pevçûnên di nav çekdarên dijî hikûmetê û hêzên rejîmê 51 çekdar ji herdu alîyan kuştin li bakur û rojavayê Sûrîyayê roja Sêşemê (27ê Tebaxê), AFP ragihand.

Çekdarên rejîmê bi piştgirîya Rûsyayê çend hefteyan li derdora asêgeha Idlibê ya li jêr kontrola tundrewan rawestiyane -- parêzgeheke ku sînorê wê bi Tirkiyayê re ye -- piştî ew mehekê bomebaran kir.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku çekdarên opozîsyonê yên tund û tundrewan roja Sêşemê êrîşî çeperên alîgir kir li başûrê asêgehê.

"Şerên tund li rojhilatê bajarokê Xan Şêxûnê di berbangê de dest pê kirin piştî ku tundrewan û komên opozîsyonê êrîşî çeperên rejîmê kir," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî got ku êrîş bi birêveberîya koma Huras el-Dîn ya girêdayî Qaidê û komeke tundrewan a din, Ensar el-Dîn bû.

Rewangehê got ku di şer de 23 ji hêzên rejîmê û 20 ji hevrikan wan hatin kuştin, di nav wan de 13 tundrew.

Rewangehê ragihand ku li başûr û rojhilatê asêgehê, heşt çekdarên opozîsyonê yên hewl didan ku bi dizî di rêya xetên pêşîn rederbas bibin û ber bi çeperên rejîmê ve nêzî balefirgeha serbazî ya Ebû Duhûrê biçin hatine kuştin.

Hêzên rejîmê heftîya borî Xan Şêxûn vegerand û xwe li bakurê bajarok di van rojên dawî de dabûn hev herwekî wan xwe amade dikir da ku êrîşêa xwe berdewam bikin.

Bajarok li ser şarêyeke sereke dikeve ku di parêzgeha Idlibê re derbas dibe, û eger ew bi temamî şarêyê vegerînin ew dê derfetê bide ku hikûmet careke din Helebê bi Şamê ve girêde.

Bombebarankirina giran ji alîyê rejîm û Rûsîyayê ve li deverên bakurê Xan Şêxûnê dixin di van rojên dawî de, li nêzî bajarokê Meret Numanê, stasyona di pişt re li ser şarêyê.

Roja Duşemê, êrîşa jialîyê rejîm û Rûsyayê ve 12 sivîl li asêgeha tundrewan kuştin, Rewangehê ragihand.

Êrîş tê tevî ku rêkeftinek di Îlona sala par de hat îmzekirin ji alîyê Rûsya û Enqerayê ya ku piştgirîya opozîsyonê dike da ku nehêle êrîşeke tevgir li Idlibê biqewime.

Biryar e ku serokên herdu welatan roja Sêşemê li Moskoyê li hev bicivin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500