Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke bi mûşekan 6 kesan li stadyoma werzişî ya Kerkûkê dikuje

Êrîşeke bi mûşekan şeş kes kuştin û nehên din bi şev li stadyomeke werzîşî li parêzgeha Kerkûkê bbirîndar kirin, AFP roja Yekşemê (26ê Tebaxê) ragihand.

"Şeş sivîl hatin kuştin û nehên din di êrîşeke bi bombeyên mûşekî û çekên navincî birîndar bûn," hêzên ewlekarîyê yên Îraqî di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got ku êrîşê stadyomeke futbolê li Daqoqê li Kerkûkê armanc kir.

Tu alîyî yekser xwe nekire berpirsê êrîşê, lê hêzên ewlekarîyê "komên terorîst" yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bersûc kir.

Îraqê serkeftina xwe li dijî DAIŞê di dawîya sala 2017an de îlan kir, lê şanên DAIŞê yên razayî hîn êrîşên lêdan û revînê bi cih tîne, bi taybet li deverên biyabanî yên berfireh li bakur û rojavayê Îraqê li nêzî sînorê Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500