Nûçeyên Iraqê

Serkirdeyekî DAIŞê li Samerayê tê girtin

Endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku tilîya wî di gelek operasyonên terorî yên li dijî hêzên ewlekarîyê û sivîlan de hebû li Samerayê hate girtitn, Şana Medyayê ya Ewlehî ya Îraqî Pêncşemê (22ê Tebaxê) ragihand.

Şanê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku bi rêya çavdêrîya berdewam a Ajansa Hewalgirîyê ya Wezareta Hundir re serkirdeyekî DAIŞê hat girtin, yê ku li gorî madeya 4an a qanûna dijî-teror tê xwestin.

Şanê got ku "girtî di wîlayeta bi navê 'Samera' de kar dikir, û li paş gelek operasyonên terorîst ên li dijî hêzên ewlekarîyê û sivîlan bû," da zanîn jî ku "ew bo dadgehê hate şandin da lêpirsînên pêwîst bên kirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500