Nûçeyên Iraqê

Hêzên Şamê navendeke artêşa Turk dorpêç dikin

Hêzên hikumeta Sûrî navendeke çavdêrîyê ya artêşa Turk a li bakur-rojavayê Sûrîyayê Înê (23ê Tebaxê) dorpêç kirin piştî kontrolkirina deverên li derdorê, AFP di raportekê de ragihand.

Ev gav dewleta Turk bi hêrs kir, ku wezîrê derve yê Turkîyayê Mevlut Çawişoglu dibêje ku hêzên welatê wî dê dest ji navenda çavdêrîyê bernede ku Moskow got ew û Enqereyê li ser "çalakirina xebatên berdêl" li hev kiriye da şerê Idlibê hinekî sivik bikin.

Bajarokê Morek, li devera ku hêzên Turk lê hatine ji hev veqetandin, ango li bakurê parêzgeha Hemayê ye, ku ew beşekî herêma ku li jêr destê tundrewan e li navenda parêzgeha Idliba li rex e ya ji Nîsana borî ve rastî êrîşên hikumetê ve tê.

Ajansa SANA ya bi ser hikumetê ve ragihand ku Înê hêzên hikumetê Morek û bajarokên derdorê kontrol kir di nav de Kefer Zêta.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, tundrew û komên çekdar ji deverê vekişîyan berî artêş derbasî bajarokê Xan Şêxûnê bibe roja Çarşemê û hêzên hikuemtê bêyî şer kontrol kir.

Rewangehê ragihand ku "hêzên rejîmê navendeke çavdêrîyê ya Turkî li Morekê dorpêç kir piştî bajarok û gundên derdorê standin di vê çeperê de."

Kremlin Înê dîyar kir ku serokê Rûs Vladimir Putin û hemberê wî yê Turk Recep Tayip Erdogan li ser "çalakirina xebatên berdêl" li hev kir da şerê li herêma Idlibê ya Sûrîyayê sivik bikin.

Daxuyanîyekê got ku "babetên hevkarîya Rûsî-Turkî hatin gotûbêjkirin di çarçoveya herêma veqetîner de."

Erdogan dê hembetên xwe yên Rûsî û Îranî vexwîne lûtkeyekê li Enqereyê meha bê da ew pêşketinên herî dawî gotûbêj bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500