Nûçeyên Iraqê

Turkîya lûtkeya Sûrîyayê bi beşdarîya Rûsya û Îranê di nîvê Îlonê de dest pê dike

Serokê Turkî Recep Tayyip Erdogan dê hevkarên xwe yên Rûsî û Îranî vexwendî lûtkeya der barê Sûrîyayê de bike li Enqereyê di 16ê Îlonê de, peyvdarê serok Ibrahîm Kalin şeva Çarşemê (21ê Tebaxê) ragihand.

Ragihandina hevdîtina di navbera serokê Rûsî Vladimir Putin, yê Îranî Hesen Rûhanî û Erdogan de di wextê ku hêzên Sûrî derbasî dawîn asêgeha opozîsyonê ya li bakur-rojavayê Sûrîyayê dibe de hat, AFP ragihand.

Kalin got ku "bê guman" dê 12 navendên çavdêrîyê yên Turkî li Idlibê bimînin, tevî ku ew ji hêla hêzên Sûrî ji beşên mayî yên parêzgehêvê vê heftîyê hatiye veqetandin jî.

Kalin anî ziman ku "çavdêrgeha nehan hîna li cihê xwe ye. Hemû navendên din ên payînkirî yan ên li jêr lihevkirina Idlibê pêk hatine jî wê karê xwe bikin."

Wî nîşan bi lihevkirina herêma veqetîner kiribû ya ku di navbera wan û Rûsîyayê de sala par hatibû îmzekirin ku li gorî wê gerek herêma Idlibê ji êrîşên hikumetê ve hatiba parastin.

Kalin dîyar kir ku hersê serok dê mijara Idlibê di hevdîtina meha bê de nîqaş bikin, her wiha dê avakirina komîsyoneke destûrî û dê çawa pêvajoya sîyasî berdewam bike.

Hevdîtina wan a dawî di Sibatê de bû û vexwendina wan a Îlonê jî dê lûtkeya pêncan be di navbera hersê serokan ji Mijdara 2017an ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500