Nûçeyên Iraqê

Şam rê ji svîlan re vedike da ji herêma Idlibê ya di destê opozîsyonê de birevin

Şamê roja Pêncşemê (22ê Tebaxê) ragihand ku wê korîdorek ji sivîlan re vekir da ji herêma Idlibê ya di destê opozîsyonê de derkevin, ku bombebarankirina hikumetê ji Nîsanê de bi sedan kes kuştine, AFP di raportekê de ragihand.

Ev ragihandin piştî desteserkirina rejîmê ji bajarokê Xan Şêxûnê yê parêzgeha Idlibê bi rojekê hat, ku ew ji tundrewên Tehrîr el-Şam û çekdarên opozîsyonê ve stand.

Şamê weke van korîdoran berî niha li asêgehên opozîsyonê vekiriye ku rê ji xwe re vedikir da wan kontrol bike yan bi rêya hêzê yan jî bi rêya xweradestkirinê.

Ajansa SANA ya bi ser rejîmê ve li ser zimanê wezareta derve ragihand ku "hikumeta Sûrî radigihîne ku ew ê korîdoreke mirovî li Sûran li bakurê gundewarê parêzgeha Hemayê veke."

Ajansê da zanîn ku korîdor dê bo derxistina "sivîlanên ku li deverên li jêr kontrola terorîstan li bakurê Hemayê ne û her wiha ên li başûrê gundewarê Idlibê."

Hikuemtê got ku ew dê war, xwarin û tenduristîyê ji sivîlên ku dixwazin ji herêmê derkevin peyda bike.

Her tim sivîl ji pêşkêşkirinên hikuemtê yên wargeh û korîdoreke ewle ditirsin, ku wan bigirin an jî wan tevlî refên leşkerîyê bikin.

Di heman çarçoveyê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku hêzên hikuemtê çepereke edr derbas kir ku ji başûrê parêzgeha Idlibê dest pê dike heya Hemaya cîran.

Çeper bajarokê Morek û deverên nêzî Kefer Zêta û Letamnayê dihundirîne.

Rewangehê dîyar kir ku korîdora plankirî dê bihêle niştecihên mayî derbasî herêmên li jêr kontrola rejîmê.

Serokê Rewangeha Sûrî Ramî Ebdul Rehman ji AFP re destnîşan kir ku piranîya sivîlan berî derbaskirina çeperê revîyane.

Dorpçêkirina Morik metirsî di navbera rejîma bi piştevanîya Rûsîyayê û Turkîyayê de çêkir, ya ku hêzên wê navendeke xwe ya çavdêrîyê li bajarokê heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500