Nûçeyên Iraqê

Dadgeheke Îraqî hikumê bihûrandina jîyanê di zindanê de li 2 endamên DAIŞê dibire

Hikumê bihûrandina jîyanê di zindanê de li du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku gelek êrîşên terorîst pêk anîne hat birîn, Encumena Bilind a Dadwerî ya Îraqî Sêşemê (20ê Tebaxê) got.

Encumenê di daxuyanîyekê de got ku dadgeha tawanan a Kerex hikumê bihûrandina jîyanê di zindanê de li du terorîstan birîn bi tawana tevlîbûna wan ya DAIŞê û pêkanîna gelek operasyonên terorîst," di nav de plankirina kuştina dadwerekî bi mebesta lawazkirina aramî û ewlehîya welêt."

Encumenê got ku dadgehê li gorî madeya 4 û 2an a qanûna dijî-terorê a hejmar 13 a 2009an hikumê xwe derxist.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500