Nûçeyên Iraqê

Bazirganekî çekan 30 sal hikum ji hêla dadgeheke Amerîkî lê tê birîn

Bazirganekî çekan ê navdewletî 30 sal hikum lê hat birîn ji hêla dadgeha Federal a Los Angelesê Duşemê (19ê Tebaxê) bi tawana firotina çekên erd-asmanî bo milîsên Lîbî û milîsine din li Rojhilata Navîn, AFP ragihand.

Dadwer James Otero operasyona baziragnîyê ku ji hêla Ramî Necim Xanim dihat birêveberin bi operasyona "êcêb û tirsnak" wesf kir.

Xanim ê 53 salî ku welatîbûna Amerîkî pê re heye, li gelek tawanên xwe yên federal mukur hat di dadgehkirina wî ya Mijdarê de.

Ew bi firotina mûşekên pergalên Rûsî bo milîseke çekdar li Lîbyayê jî hat tawanbarkirin di 2015an de.

Her wekî Xanim angaşt kir ku kirrîyarên wî li Îranê, û endamine Hizbellah ên li Îraqê jî hene -- ku ji hêla Amerîkayê ve weke rêxistineke terorîst tê naskirin.

Di 2015an de li Yonanê hat girtin û radestî Amerîkayê hate kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500