Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya Navdewletî dibêje ew pêbend e bi rênmayên nû yên firînê li Îraqê

Hevpeymanîya Navdewletî ya ku armancên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Îraqê armanc dike Înê (16ê Tebaxê) ragihand ku ew pêbend e bi fermana dawî ya serokwezîzê Îraqî ya qedexekirina firînên bê rêdayîna wî, AFP ragihand.

Daxuyanîyeke hevpeymanîyê got ku"em yekser pêbendî rênmayên hevparên me yên Îraqî bûn piştî ku wan fermana serokewerîz pêk anî".

Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî Pêncşemê ragihand ku wî "rêdanên taybet" bo çalakîyên balefirên şer di asmana Îraqê de bi dawî kir, rêdanên ku ji 2014an de bombebarankirina balefirên şer ên hevpeymanîyê ji DAIŞê re dihundirandin.

"Destûrdayîn dê bi awayekî taybet ji alîyê serokê hêzên çekdar bin," ofîsa Ebdul Mehdî got.

Dê biryar li ser operasyonên koleçanê, firokeyên cengî, helîkopter û dronan were bicihanîn, û dê "alîyên Îraqî û ne-Îraqî li xwe bigire". Lê ofîsê bi awayekî taybet qala firînên hevpeymanîyê nekir.

Her balefireke şer bê destûrên guncav bifire "dê weke balefirên şer ên dijmin bên reçavkirin û dê yekser bibin armanca berevanîyên me yên asmanî", li gorî rênmayên Ebdul Mehdî.

Hevpeymanîyê Înê ragihand ku rêberên wê yên payebilind bi rayedarên wezareta berevanîya Îraqî re civîyane bo bicihanîna biryarê û teqezkirin ku ew li gorî "daxwaza Îraqê û li jêr parastina hikûmeta Îraqî tev digerin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500