Nûçeyên Iraqê

Otombîleke bombebarkirî ya DAIŞê endamekî Asayîşê li bakur-rojhilatê Sûrî dikuje

Endamekî Asayîşê Yekşemê (18ê Tebaxê) di êrîşeke bi siwareyeke bombebarkirî de hat kuştin li bakur- rojhilatê Sûrî ku "Delweta Îslamî" (DAIŞ) ev yek angaşt kir, AFP ragihand.

Peyvdarê Asayîşê Elî Hesen got ku siwareya bombebarkirî bi "rêya alava ku ji dûr ve tê kontrolkirin re" hat teqandin li nêzî dibistanekê, "ku endamekî hêzên me kuşt."

Otombîl di dema derbasbûna pagereke Asayîşê de pêk hat, û ne dûrî nuqteyeke rejîma Sûrî bû.

Bi xar xebatkarên agirkujê çûn cihê teqînê da agir vemirînin ku agir gihaştibû darên derdorê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku endamekî Asayîşê ango Hêzên Ewlekarîya Hundir di teqînê de hat kuştin.

DAIŞê di rêya Telegramê re ev êrîş girt ser xwe.

Hêzên Kurdî piranîya Qamişlo di destê wan de ye, hêzên rejîma Sûrî jî li çarçoveya ewlehî û derdora balafirgehê belav dibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500