Nûçeyên Iraqê

Kurdên Sûrîyayê 4 zarokên Alman ên DAIŞî radestî Almanyayê dikin

Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Duşemê (19ê Tebaxê) çar zarokên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) radestî Almanyayê kirin, AFP ragihand.

"Herêma Xweser çar zarokên ji malbatên DAIŞê radestî şandeyeke Alman kir," berpirsê karûbarên derve yên Birêveberîya Xweser Fener Keît got.

Birêverberîyê anî ziman ku di nav de kurek û du xweşik ku dê û bavê xwe ji dest dane, û keçek ji bav sêwî ku ji ber rewşên tenduristî hatin şandin bo welatê xwe.

Wê dîyar kir ku hemû zarok li jêr 10 salan e.

Peyvdareke wezareta derve ya Almanyayê teqez kir ku redestkirin di rêya endamên wê yên balyozxaneya wê ya li herêma Kurdistanê re pêk hat li dergeha Sêmalkayê.

Peyvdarê got ku "ez dikarim teqez bikim ku herçar zarokên li bakurê Sûrî girtî karîbûn ji Sûrîyayê derkevin.

Wê daxuyand ku "zarok li ser sînorê Îraqî-Sûrî hatin wergirtin ji hêla endamine balyozxaneya Hewlêrê û dê radestî endamên malbatên xwe werin kirin."

"Ji wir, zarok û endamên malbatên xwe, em bawer in, dê biçin Almanyayê."

Bi dehan zarokên çekdarên tundrew ji Îraqê bo Almanyayê hatin vegerandin ji Adarê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500