Nûçeyên Iraqê

Komgeheke çekên DAIŞê li Kerkûkê tê desteserkirin

Komgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku teqemenî û alavên leşkerî dihundirandin li parêzgeha Kerkûkê hat desteserkirin, Wezareta Hundir a Îraqî Pêncşemê (15ê Tebaxê) eşkere kir.

Yekîneyên Hewalgirî yên Polîsê Federal dest danîn li ser komgeheke jêrzemînî li gundê Zekerta li parêzgeha Kerkûkê, peyvdarê wezareta hundir lîwa Saed Maen di daxuyanîyekê de ragihand.

Maen dîyar kir ku komgeh bombeyên bidestçêkirî yên pir xurt û bi qaseyên cihêreng, cebilxaneya tifingên maşîn, alavên leşkerî yên cihêreng, cilên serbazî û alavên hevpeywendîyê dihundirandin.

Wî da zanîn ku "ev tişt hatin rakirin, ûkomgeh bêyî tu ziyanan hat temirandin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500