Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî hewldanên derbasbûna bi dizî ji alîyê DAIŞê ji Sûrîyayê têk dibe

Hêzên pasvanîya sînor a Îraqî rê li ber sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên hewl didan ku bi dizî ji Sûrîyayê derbasî Îraqê bibin girtin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Înê (16ê Tebaxê) got.

"Artêşê şeva Sêşemê hewldaneke sê çekdarên DAIŞê yên Îraqî da ku bi dizî ji Sûrîyayê derbasî Îraqê bibin têk bir, çekdarên hewl didan ku sûdê ji rewşa hewayê ya nexweş û kêm dîtina ji ber tozê werbigirin," fermandar lîwa Qasim Zewbeî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku her sê çekdar hatin girtin û Klaşnîkovên bi wan re jî hatin desteserkirin.

"Piştî me nasnameyên wan sehkirin, me dît ku du ji wan ji ber gunehên girêdayî terorîzmê tên xwestin," wî got. "Ew bo navendeke girtinê hatin veguhestin û li bendî ne ku ew radestî desthilatdarîya dadmedî li Nînewayê bên kirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500