Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 48 bombeyên bidestçêkirî ku DAIŞê ew li Enbarê çandibûn dibînin

Hêzên Îraqî 48 bombeyên bidestçêkirî dîtin, ên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li paş xwe hiştibûn li parêzgeha Enbarê, Fermandarîya Operasyonên Enbarê Pêncşemê (15ê Tebaxê) ragihand.

Fermandarîyê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku "yekîneyin Endezyarîya Meydanî yên ser bi Fermadarîya Operasyonên Enbarê û Endezyarîya Meydanî ya Firqeya 10an dest bi operasyoneke nû ya berfireh kirin daku bombeyê ku DAIŞê li paş xwe hiştine li deverên cihêreng ên Enbarê ra bikin".

Daxuyanîyê anî ziman ku bi dehan cureyên bombeyên cihêreng hatin dîtin li bakur û rojavayê Remadîyê û bi awayekî ewle hatin teqandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500