Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrî nêzî bajarokê serekî yê Idlibê dibe

Hêzên rejîma Sûrî Çareşemê (14ê Teabxê) derbasî herêma Idlibû bûn, ya ku bi temamî di destê Tehrîr el-Şam de ye, ku berê xwe didin bajarokekî sereke piştî bi mehan ji bombebarankirina kujêner, AFP ragihand.

Li başûrê parêzgehê, piranîya niştecihên Xan Şêxûnê derketin, bajarokê ku li ser şahrêya di destê rejîmê de ye.

Rêya di Idlibê re derbas dibe, Şama ku di destê rejîmê de bi bajarê Helebê yê li bakr ve girêdide, bajarê ku rejîmê û alîgirên xwe di Kanûna Yekem a 2016an de ew vegerandin.

Piştî heftîyekê ji bipêşveçûna bejahî, Çarşemê hêzên rejîmê tenê çend kîlomtran dûrî bajarok man, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku "hêzên rejîmê aniha çar kîlometran ji Xan Şêxûnê dûr in, ji alîyê rojava ve, û tu tişt di navbera wan de nemaye ji bilî baxçeyan."

Ebdul Rehman dîyar kir ku li rojhilat, çekdarên bi ser rejîmê ve şer dikin daku girekî ku bi tenê şeş kîlometran ji bajarok dûr e kontrol bikin.

Wî got ku şerê Çarşemê 14 leşkerên rejîmê, 20 tundrew û heft çekdarên alîgirên wan kuştin.

Rewamgehê da zanîn ku Sêşemê şerê li bakurê Idlibê û gundewarê Laziqîyê dawî li jîyana 29 çekdarên bi ser rejîmê, 30 tundrew û alîgirên wan anî.

Rewangehê got ku Sêşemê, êrîşên asmanî şeş sivîl li başûrê Idlibê kuştin, di nav de sê kes ji Xan Şêxûnê.

Li gorî nûçegihanine AFP, wan bi dehan malbat dîtin ku ji malên xwe direvin di van çend rojên dawî de, ku bi kamyonên tije kelûpel ber bi bakur ve diçin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500