Nûçeyên Iraqê

Artêşa Îraqî ewlehîyê li ser sînorê Sûrîyayê xurt dike

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ya Îraqî Çarşemê (14ê Tebaxê) ragihand ku wê avakirina burcên çavdêrîkirinê yên nû li ser sînorê bi Sûrîyayê re bi dawî kir weke beşekî ji planeke giştgîr ku girtina hemû xalên ku belkî terorîst wan keysbaz bikin û torên qaçaxçîyê derbasî xaka Îraqê bibin.

"Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî bi dehan bircên çavdêrî û koleçena êvarî û kamereyên germî yên êvarî danîn, û rêbendine axî nû çêkirin û têl danîn," peyvdarê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Resûl anî ziman ku "rêkarên nû beşek in ji bernameyeke mezin bo girtina sînorê bi Sûrîyayê re bi temamî daku çalakîyên ku dê ewlehî û serwerîya Îraqê bixin metirsîyê pêk neyên.

Wî dîyar kir ku dê xurtkirina ewlehîyê li ser sînor dewam bike, herwiha ew dê li tunelên jêrzemînî yên ku ji hêla "Delweta Îslamî" (DAIŞ) hatine kolandin berî ku ji parêzgeha Enbarê bên qewitandin bigerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500