Nûçeyên Iraqê

3 şanên terorîst li Kerkûkê tên jihevxistin

Hêzên Îraqî sê şanên terorîst têk birin û serkirdeyekî payebilind ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin, li Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê, Sêşemê (13ê Tebaxê), wezareta Berevanîyê ya Îraqî ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku "yekîneyin ji Birêveberîya Hewalgirî û Ewlekaîyê îroj sê şanên terorîst ji hev xistin û endamên wan girtin, di nav de 'mîrê milîsên' li Hewîcayê."

Wezaretê dîyar kir ku endamên şanê li "pêkanîna tawanên mezin û kuştina kesên bêguneh bi xwîneke sar" mukur hatin.

Wê da zanîn ku "lêpirsînên bi endamên şanê re agahî derbarê devera ku xwarin û bombeyên bidestçêkirî bo wan dihatin şandin dan."

Daxuyanîyê destnîşan kir ku wan herwiha pere ji melbatên DAIŞê re dişandin, ên li Kerkûkê hatibûn kuştin.

Daxuyanîyê da xuyakirin ku hêzeke ewlekarîyê ya hevbeş bi ser deverê de girt û tiştên di hundirê wê de desteser kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500