Nûçeyên Iraqê

Gumanlêkirîyê êrîşên Parîsê bi êrîşên xwekujî yên Brûselê tê tawanbarkirin

Selah Ebdislam, gumanlêkirîyê sax ê yekane yê êrîşên Mijda 2015an ên Parîsê, bi fermî bi elaqedarîya wî bi êrîşên xwekujî yên Brûselê re hat tawanbarkirin, dozgerê federal Duşemê (12ê Tebaxê) ragihand.

Ebdislam bi "cihgirtin di çalakîyên komeke terorîst de hat tawanbarkirin", ofîsa dozgerê federal ji AFP re ragihand.

Ofîsa dozger tu agahî derbarê rola wî di êrîşên xwekujî de nedan, êrîşên li balefirgeha Brûselê û li rawestgeheke mîtro ya bajar di dîroka 22yê Adara 2016an de qewimîn, ku tê de 32 kes hatin kuştin û 340 birîndar bûn.

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berpirsyarîya xwe ji êrîşên ku di heyama demjimêrekê de li pey hev qewimîn angaşt kir.

Lêpirsîner dibêjin ku fermana êrîşan ji Sûrîyayê hat û ji alîyê şaneke Fransî-Belcîkî li Brûselê hat organîzkirin, heman şana ku li pişt êrîşên 13ê Mijdara 2015an li Parîsê bû, êrîşa ku canê 130 kesan çinî û bi sedên kesan tê de birîndar bûn.

Di Nîsanê de, dadgeheke Belcîkî cezaya 20 sal zindan li Ebdislam birî ji ber pevçûneke bi tifingê bi polîsê Brûselê re, ku piştî vê bûyerê bi çend rojan hat girtin, berî êrîşên xwekujî yên Brûselê.

Ebdislam, Belcîkî ye û welatîyê Fransî ye jî, ku li Fransayê tê zindankirin li benda dadgeheke cuda ye têkildarî êrîşên Parîsê.

Ew tê gunehbarkirin ku wî sê xwekuj şandibûn yarîgeheke werzişî li Parîsê, êvara êrîşên Mijdarê berî ku wî dest ji kembereke teqîner, ku eşkere bû ku ew dixwaze biteqîne, berda.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500