Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî veşartgeheke DAIŞê li rojavayê Enbarê wêran dike

Sê çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin û çek û cebilxane hatin wêrankirin di êrîşeke asmanî ya hevpeymanîya navdewletî de ku veşartgeheke jêrzemînî li biyabana Enbarê armanc kir, Fermandarîya Cezîra û Badiyayê Înê (9ê Tebaxê) ragihand.

"Veşartgeh li Wadî Cebab e, li biyabana hevsînorê Sûrîyayê," fermandar lîwa Qasim Muhemedê ragihand.

"Ew bi rêya wênêyên cewî hat dîtin, yên ku selimandin ku milîtanên DAIŞê çalak in li deverê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku hêzên Îraqî bi Hevpeymanîya navdewletî re hevahengî kirin bo wêrankirina veşartgehê.

"Operasyon beşeke ji xebatên dijî terorîzmê yên hevbeş bo jinavbirina paşmahîyên DAIŞê li deverên çiyayî û biyabanî li rojava û bakurê Îraqê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500