Nûçeyên Iraqê

NY: Pevçûnên nû li Idlibê ''bizdanê tînin holê"

Nûbûna pevçûnan li bakur-rojavayê Sûrîyayê piştî agirbesteke dem-kurt ''bizdanê tîne holê", berpirsekî bilind ê NY Pêncşemê (8ê Tebaxê) ragihand.

Nêzîkî sê milyon kesî li herêma Idlibê, ya ku asêgeha dawî ya opozîsyonê li Sûrîyayê ye û bi piranî li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, dijîn.

NY alarm têkildarî xeterîyên êrîşeke berfireh a rejîmê bilind kir ji ber ku Idlib bûye war ji kesên ku ji ber rejîmê revîyane di çend salên dawî de, AFP ragihand.

"Ev xelk nizane bi kûderê ve biçin," serokê karûbarên mirovî bo Sûrîyayê yê NY Panos Moumtzis got, û teqez kir ku tu asêgeheke din a opozîsyonê tune ye ku xelkê bireve wir dema rejîm operasyoneke berfireh pêk bîne.

"Tirseke giştî dîsan heye," wî got, piştî civîneke li Cinêvê ku şandên ji Rûsya, hevalbenda rejîmê ya ku êrîşên asmanî li Idlibê pêk tîne, tê de amade bûn.

"Ew mîna leystina bi agir e û em ditirsin ku ew ji jêr kontrolê der biçe," Moumtzis got.

Li gorî NY, dora 400,000 kes li Idlibê di 100 rojên borî de bêwar mane.

Moumtzis got ku rewşa awarta ji 900,000 bêwaran re hatiye îlankirin, lê tu plan tune ne bo danûstandin bi êrîşeke berfireh re ku dê bandorê li tevahîya şênîyê Idlibê bike.

"Ma çi ye... plana ji sê milyon kes re terxankirî?" wî got. "Ev pirsyareke ku bersiva wê li ba me tune ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500