Nûçeyên Iraqê

Programekî nû bo bêwarên Îraqî han bidin ku vegerin bajarên rizgarbûyî

Programekî nû hat destpêkirin bo handana xelkên bêwarku vegerin bajarên xwe yên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin, Wezareta Koçberîyê û Koçberan a Îraqê Pêncşemê (8ê Tebaxê) got.

Tedbîrên nû "daneke darayî bi 1.5 mîlyon dînarên Îraqî (1,260$) ji her malbateke ku vedigere û hin şêweyên alîkarîyê yên din dihundirîne, di nav wan de alîkarîyên xwarinê bo balîkarîyê bi wan re bikin ku li deverên xwe bicih bibin," serokê Birêveberîya Koçberîyê û Koçberan li Kerkûkê, Emar Sebah, di daxuyanîyekê de got.

Wî got ku 1,500 malbat ji gelek bajaran li Kerkûkê ji vî programê nû sûd wergirtin, lê 16,000 malbatên din aniha xwe amade dikin da ku daxwazên xwe pêşkêş bikin da karibin sûdê ji danê bigirin.

Sebah got ku wezaret hewarçûn û alîkarîya navdewletî dide kesên vedigerin û yên bêwar, di nav wan de ew kesên li kampan bi cih in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500