Nûçeyên Iraqê

Plangêrê li pişt serdegirtina zindana Bexdayê tê girtin

Kesê li pişt revandina girtîyan ji navendeke polîsê Bexdayê Şemîyê (3yê Tebaxê) hat girtin, Wezareta Hundir a Îraqî Pêncşemê ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku "Birêveberîya Giştî ya Dijî-Hişbiran sibeha Pêncşemê serkêşê sereke yê li pişt reva girtîyan ji zindana Qenah li Bexdayê girt".

Daxuyanîyê dîyar ku "heta niha, neh kes ji eslê 15 kesên revîyayî hatine girtin," û da zanîn jî ku polîs li kesên mayî digerin.

Her 15 endamên gumanbar bi bazirganîkirina bi hişbiran Şemîyê ji girtîgehê revîyan, piştî "polîs riswa kirin û li wan xistin," li gorî berpirsekî ajansên ewlekarîyê.

Pişt bûyerê, wezaretê heşt serbaz û xebatkarên ewlekarîyê ji kar bidûrxistin bi tawana xemsarî û binpêkirina rêgezan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500