Nûçeyên Iraqê

Rejîm 2 gundan ji tundrew û çekdarên opozîsyonê vedigerîne

Hêzên rejîma Sûrîyayê du gund ji tundrew û çekdarên opozîsyonê li bakur-rojavayê Sûrîyayê kontrol kirin , Pêncşemê (8ê Tebaxê) piştî pêvçûnine dijwar, ango piştî têkçûna agirbestê bi çend rojan, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku gundên Sexir û Ceysat li parêzgeha Hemayê ketin jêr kontrola rejîmê.

Herdu li qeraxa başûrî ya asêgeha Idlibê ne.

Rewangehê dîyar kir ku şerên dijwar li deverê ji êvara Çarşemê de heft leşkerên rejîmê kuştin herwiha 18 çekdarên dijberên hikumetê, di nav de 11 tundrew hatin kuştin.

Rewangehê anî ziman ku rejîm û alîgira wê Rûsya Pêncşemê êrîşî bakurê Hemayê û başûrê Idlibê kirin û êrîşên asmanî pêk anîn.

Ajansa SANA ya bi ser hikumetê ve ragihand ku Pêncşemê mûşek ji asêgehê hatin avêtin û pênc sivîl birîndar kirin di nav de du zarok li gundekî parêzgeha Laziqîyê ku di destê hikumetê de ye.

Hêzên alîgirên rejîmê nêzî bajarok û gundên ku ji hêla hêzên li dijî hikumetê hatine desteserkirin dibin li bakurê Hemayê di rojên dawî de, û ew derbasî sînorê parêzgeha Idlibê dibin.

Çarşemê, wan bajarokê Zekat û gundê Erbi'nê li parêzgeha Hemayê kontrol kirin, li gorî SANA û Rewangehê.

Rewangehê da zanîn ku ew nêzî Kefer Zîta û Latamna jî -- bajarok û gundekî din ên heman herêmê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500