Nûçeyên Iraqê

Agahîyên sivîlên Îraqî di jihevxistina şanên DAIŞê de li Enbarê alîkar in

Hêzên ewlekarîya Îraqî di Tîrmehê de gelek telefon ji sivîlan wergirtin ku alîkarî dan girtina kesine xwestî, jihevxistina şanên terorîst û têkbirina êrîşan, serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayîc Duşemê (5ê Tebaxê) ragihand.

Erzayîc ji Diyaruna re got ku "hêzên ewlekarîyê agahîyên sivîlan weke çavkanîyeke girîng digirin dest, ku alîkarîya wan dikin di girtina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û herwiha kesên ji ber terorê tên xwestin."

Wî dîyar kir ku "wergirtina bêhtir ji 40 telefonan ji xwecihîyan, ku agahîne pir girîng dan di meha borî de, alîkarî da girtina terorîstan, jinavbirina gelek şanên DAIŞê û destdanîn li ser çek û teqemenîyan."

Erzayîc destnîşan kir ku agahîyan herwiha hişt "siwareyeke tijî teqemenî were girtin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500