Nûçeyên Iraqê

Îraq bêhtir ji milyarek dolar malên dewletê yên hatibûn dizîn divegerîne

Desteya Rûbirûbûyîna Gendelîyê ya Îraqê Duşemê (5ê Tebaxê) ragihand ku wê milyar dolar ji malê giştî yê ji xezîneyên dewletê hatine dizîn di şeş mehên pêşîn ên vê salkê de, AFP raport kir.

Desteya Destpakîyê got ku 857 muzekerenameyên girtinê li dijî berpirsên hikûmetê hatine derxistin, û 407 kes ji wan hatine girtin.

Gendelî li Îraqê berbelav e, û ew di pilya 12ê ya lîsteya welatên herî gendelî li wan heye li cîhanê cih digire, li gorî Nîşana Pîvanên Gendelîyê ya Rêxistina Şefafîyeta Navdewletî.

Desteya Rûbirûbûyîna Gendelîyê hewl dide ku pereyên ji xezîneyên dewletê tên birin bişopîne, di nav de pereyên ku ji bo nûavakirina welat tên terxankirin.

Heftîya borî, desteyê got ku 10 milyon dolar ji alîkarîyên bo bêwarên parêzgeha Nînewayê hatibûn terxankirin, cihê ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li wir bi cih bûbû, ji alîyêparêzgarê berê ve Newfel Aqûb hatibûn dizîn.

Di Nîsanê de, desteyê got ku bêhtir ji 60 milyon dolar ji malê giştî ji alîyê berpirsên nêz ji Aqûb ve hatine dizîn, ev yek jî piştî noqbûna qeyikekê ku bû sedema kuştina 150 kesan kete rojevê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500