Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî li Idliba Sûrîyayê radiwestin piştî ragihandina agirbestekê

Êrîşên asmanî li herêma Idlibê Înê (2yê Tebaxê) rawestîyan, piştî rejîma Sûrî ragihand wê li ser agirbestekê erê kiriye, AFP ragihand.

Rejîmê Pêncşemê li ser agirbestekê li herêma Idlibê erê kir, herêma ku piranîya wê li jêr destê Tehîr el-Şam e, ku êrîşên asmanî û bombebaranên rejîm û Rûsyayê bi sedan kes ji Nîsanê ve kuştine, ku piranîya wan sivîl in.

Agirbest, êvara Pêncşemê pêk hat, bi mercê pêkanîna lihevkirina Turkî- Rûsî bo sepandina herêmeke veqetîner li herêmê.

Serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdul Rehman ragihand ku "nîvê şevê aramîyeke haydar konê xwe vegirt."

Ebdul Rehman got ku balafirên Sûrî û Rûsî li asmanê Idlibê êdî nema hatin dîtin û "şerê li ser erdê jî berî çend saetan rawstîya."

Pergaleke hişyarakirinê ya bi navê Sentry êrîşên asmanî li ser Xan Şêxûnê berî agirbestê bi du xuleyan tomar kirin.

Bernameya Sentry çavdêrên mirovî û toreke sensoran bi kar tîne da deverên ku balafirên Sûrî yan yên alîgir lê radibin tomar bike.

Dibe ku nirxandina di encamê de bibe sedema pêxistina sefareyên haydarkirinê ji êrîşên asmanî li nêzî herêma armanckirî û hişyarîyan ji bernameyên telefonan re rê bikin, bo xelk karibin xwe biparêzin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres Pêncşemê hêvîya xwe bi dirêjkirina agirbestê anî ziman, û ragihand ku dê NY lêpirsînê derbarê gelek êrîşên li ser dezgehên bi piştevanîya NY û deverên din ên sivîl li bakur-rojavayê Sûrîyayê dest pê bike.

Peyvdarê Guteres dîyar kir ku "lêpirsîn dê wêrankirin, an jî xerabkirina dezgehên girêdayî lîsteya bêalîyên di şer de û dezgehên ku NY li herêmê piştevanîya wan dike bigire dest."

Wî anî ziman ku "Sekreterê Giştî bang li hemû alîyên pêwendîdar kir ku dema encumena birêveberîyê were avakirin destekekê bidin wê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500