Nûçeyên Iraqê

Hikûmeta Îraqî dibêje ku parêzgarekî berê 10 milyon dolar pereyên alîkarîyê dizîne

Parêzgarê berê yê NînewayêNewfel Aqûb bêhtirî 11 milyar dolar dînarên Îraqî (dora 10 milyon dolar) ên ji hawarçûnê û alîkarîya mirovî re terxankirî, bo ji bêwaran re li parêzgeha Nînewayê werin pêşkênkirin, dizîne, Desteya Destpakîyê ya Îraqî Sêşemê (30 Tîrmehê) ragihand.

Peyvdarekî komîsyonê ji AFP re ragihand ku lêkolînerên wê "fatore ji pêşvebirinan" li herêma Kurdistana Îraqê kifş kirine.

Peyvdar got jî ku lê "tu fatoreyên van pereyan nehatin dîtin", ên ku ji bo nûkirina du nexweşxaneyan li Mûsilê, navenda parêzgeha Nînewayê, hatibûn terxankirin.

Gelek ji şênîyên parêzgehê hîn jî bêwar in ji ber ku hîn xizmetguzarîyên giştî bi temamî nehatine berdestkirin.

Bi giştî 11.3 milyar dînarên Îraqî ji bo Encumena Parêzgehê ji alîyê Wezareta Koçberî û Koçberan ve hatibû terxankirin, li gorî desteyê.

Peyvdar ragihand jî ku "Ew hatine birin û li tu hisabên bankî yên parêzgehê û ne jî di nava pereyên Encumena Parêzgehê de ne dîyar in,".

Ew pere bo bankine taybet li Herêma Kurdistanê, ku tê payîn ku parêzgar Newfel Aqûb û çendîn berpirsên ku ji hêla Bexdayê tên xwestin li wir xwe vedişêrin, hatibûn veguhestin.

Ew revîyayî ye ji çaxênoqbûna qeyikekê li Mûsilê roja Cejna Dayikê di meha Adarê de, ku tê de 150 kes hatin kuştin.

Di Nîsanê de, desteyê got k zêdetir ji 60 milyon dolar ji malê giştî ji alîyê berpirsên nêzîk ji Aqûb ve ji budceya Nînewayê ya ku 800 milyon dolar e hatine dizîn.

"Lêpirsînek hatiye vekirin û muzekerenameyên girtinê di derheqê sûcdarên di mijarê de hatine derxistin," desteyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500