Nûçeyên Iraqê

Êrîşên hevpeymanîyê 5 tundrewên DAIŞê li Sûrîyayê dikujin

Êrîşeke hevpeymanîya navdewletî pênc tundrewan li rojhilatê Sûrîyayê roja Duşemê (29ê Tîrmehê) kuştin, di yekemîn êrîşa bi vî rengî de ji çaxê hilweşîna "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ve, AFP ragihand.

"Hêzên hevpeymanîyê êrîşek li dijî şaneke DAIŞê li nêzî Buseyrayê pêk anîn," ku bajrokekî parêzgeha Dêra Zorê ye, peyvdarê hevpeymanîyê James Rawlinson ragihand.

Rawlinson got ku "vê operasyon dawî li jîyana pênc terorîstan anî, yên ku roleke sereke gerandin di hêsankirina êrîşên li dijî hêzên ewlekarîyê û sivîlan de li seranserê herêmê."

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, her pênc tundrew Sûrî bûn.

Rewangehê dîyar kir ku ev yekemîn êrîşa asmanî ji hêla hevpeymanîyê bû ji çaxê DAIŞ ji dawîn asêgeha xwe ji Sûrîyayê ji berîya çar mehan hat qewitandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500