Nûçeyên Iraqê

DAIŞ êrîşeke kujêner li dijî hêzên rejîma Sûrîyayê angaşt dike

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berpirsyarîya ji êrîşeke ku şeş leşkerên rejîma Sûrîyayê li parêzgeha Derayê li başûrê welat kuştin angaşt kir, AFP Yekşemê (28ê Tîrmehê) ragihand.

DAIŞê got ku ew berpirsê "operasyona xwekujî" ya Yekşemê ye ku çekdarekê wê gule li leşkeran barandin berî "êlekekî teqîner" biteqîne.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku şeş leşker hatine kuştin û gelek kesên din di êrîşa Yekşemê ya li Deraayê de birîndar bûn.

Rewangehê dîyar kir ku xwekujekî li ser motorekî xwe li rêbendeke pişkinînê ya leşkerî teqand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500